Duhok | Li Amêdiyê di navbera artêsa tirk û PKKê de serekî dijwar rû da

25 April 2021 11:04 0 dîtin
Duhok | Li Amêdiyê di navbera artêsa tirk û PKKê de serekî dijwar rû da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi ser PKKê de daye destpêkirin de, li navçeya Amêdiyê ya Duhokê  şer di navbera leşkerên tirk û PKKê de derketiye.

Li gorî zanyariyan di şerekî dijwar şeva borî li devera Zinarê Kêste şerekî rû daye û Tirkiyê hevdem du navçeyên Amêdiyê bombebaran kirin ku heta sibehê jî dengê balafiran hatiye bihîstin.

Rêveberê Nehiyeya Kanî Masî Serbest Sebrî ragihandiye ku 4 helîkopterên Tirkiyê di şerê li Zinarê Kêste de beşdar in û li aliyê din Geliyê Bazê yê wê deverê jî hatiye bombebarankirin.

Çavkaniyên xwecihî jî radigihînin ku Tirkiyê 4 caran li ser hev gundên Sergelê û Sigêrê li sînorê devera Nihêlê ya qezaya Amêdiyê bombebaran kiriye.

Hîn derbarê encamên şerê rû daye de ti daxuyaniyeke nehatiye dayîn, lê li gorî çavkaniyên xwecihî heta niha ti ziyaneke canî ya sivîlan çênebûye.