Duhok | 10 topên artêsa Tirkiyê li gundekî Amêdiyê ketin

02 June 2022 20:01 0 dîtin
Duhok | 10 topên artêsa Tirkiyê li gundekî Amêdiyê ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, bi hinceta şerê dijî PKKê gundekî navçeya Amêdiyê ya Duhokê hat topbarankirin.

Li gorî zanyariyên muxtarê gundê Ravîna yê Amêdiyê dane medya Kurdistanê, 10 top li nêzîkî gund ketine û topbaran bûye sedema tirsê di nav xelkê deverê de.

Herwiha hat diyarkirin ku di encama topbaranê de ti ziyanekî canê çênebûye, lê ziyan gihîştiye bax û zeviyên xelkê gund.

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê bi hinceta şerê dijî PKKê ji 18ê Nîsanê ve oporasyonek li nav sînorên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin ku hîn jî ew operasyona bi navê Pence Kilît dewam dike.