Duhok | Artêsa Tirkiyê gundekî Bamernê bombebaran kir: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Pêncşemê danê êvarê, artêşa Tirkiyê gundekî nehiyeya Bamernê yê navçeya Amêdiyê yê Duhokê bombebaran kir.
Li gorî zanyariyên xwecihî, artêşa Tirkiyê gundê Zêwe yê Bamernê bombebaran kiriye û bombeyek di nav sivîlên ku çûbûn seyranê de teqiyaye.
Çavkaniyên deverê li gorî agahiyên destpêkê diyar dikin ku 2 kesan di encama teqîna bombeyekê de can daye û birîndar jî hene.
Derbarê ziyanên bombebarana artêşa Tirk de, agahiyên zelal hîn nehatine bidestxistin, lê li ser medya civakî dîmenên teqîneke li nêzîkî seyrangehê hatine belavkirin.
Li Bamernĕ turkĕn faşîst
— Dengĕ Şĕladzĕ _ ده نگئ شیلادزئ (@azadiazen) May 26, 2022
Seyrana xelkî bumbebaran kir
2 şehîd hene u bîndar jy hene .. pic.twitter.com/N6SvGgCTtS

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin