Serekî giran di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de derket

02 November 2020 10:30 0 dîtin
Serekî giran di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de derket

PeyamaKurd – Şerekî giran di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de, li bajarokê Derkarê yê ser bi qezaya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê derket.

Li gor zanyariyan, gerîlayên PKKê li gundê Dudankê yê ser bi bajarokê Derkar ve, bi roketan êrîşî xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li sînorê bajarokê Derkarê kirin û hêzên Tirkiyê jî bersiva wan dane û di navbera herdu aliyan de şer derketiye.

Di encama pevçûnên her du aliyan de û herwiha topbarankirina deverê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, agirekî mezin bi daristanên deverê ketiye.

Ne artêşa Tirkiyê û ne jî PKKê bi fermî tiştek li ser şerê îşev li Derkar a Zaxoyê belav nekirin.