Hengaw: Di navbera PKKê û pasdaran de serekî giran rû da

24 April 2019 16:18 0 dîtin
Hengaw: Di navbera PKKê û pasdaran de serekî giran rû da

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li devera Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê şerekî giran di navbera pasdarên Îranê û çekdarên alîgirên PKKê de derketiye.

Dezgeha mafên mirovan ya Hengaw ragihand, îro danê sibê li çiyayê Şaho li nêzîkî bajarokê Kamyaran li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, şerekî giran di navbera pasdarên Îranê û çekdarên alîgirên PKKê de derketiye.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de komek pasdar hatine kuştin û birîndar bûne lê nayê zanîn gelo ziyan gihîştiye çekdarên alîgirên PKKê yan na.

Heta niha ne PKK û ne jî pasdaran, ti daxuyaniyek li ser wî şerî nedane. Li gor çavkaniyan çekdarên alîgirên PKKê endamên rêxistina bi navê YRK (Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê) ne.