Îsraîl: Hejmara leskerên me yên di ser de hatin kustin derket 23yan
PeyamaKurd – Hejmara leşkerên Îsraîlê yên di pevçûnên li Gazzeyê hatin kuştin derket 23yan.
Li gor artêşa Îsraîlê ragihand, 4 leşkerên wê yên din li Şerîda Gazzeyê ya dorpêçkirî mirine. Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara leşkerên Îsraîlî yên ku ji 31ê Cotmehê vir ve di operasyona bejayî ya li Şerîda Gazzeyê de hatin kuştin, derket 23yan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, do di pevçûnên li Gazzeyê de 4 leşkerên Îsraîlê mirin û 2 jî giran birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin