Li Qersê dema operasyonê ser derket: Hejmarek kustî û birîndar...
PeyamaKurd - Li navçeya Qaxizman a bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKîyan de şer derket.
Li gorî ragihandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê şer dema operasyoneke yekîneyên komandoyên artêşa Tirkiyê ya li ser endamên PKKê de, rû daye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşkerê jî birîndar bûne.
Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku 3 gerîlayên PKKê jî hatine kuştin.
3 leşkerên birîndar bi helîkopterê bo Navenda Lêkolînên Bijîşkî ya Zanîngeha Kafkasyayê hatine veguhestin ku yek ji wan li nexweşxanê can daye.
Hêj li herêmê bi piştevaniya hêza asmanî operasyona dijî PKKê berdewam dike ku derbarê şerê rû daye de, hîn ji aliyê PKKê ve daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin