Bi sedema operasyona bertîlxweriyê Rêveberê DEDASê yê Mêrdînê hat girtin

30 July 2020 13:36 0 dîtin
Bi sedema operasyona bertîlxweriyê Rêveberê DEDASê yê Mêrdînê hat girtin

PeyamaKurd - Di operasyona bertîlxweriyê de, Rêveberê DEDAŞê yê Mêrdînê û 5 kesên din hatin girtin.

Di lêpirsîna bertîlxweriyê de ya ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû destpêkirin, Rêveberê DEDAŞê yê Mêrdînê Mehmet Bulut û 5 kesên din hatin girtin û bo girtîgehê hatin şandin.

Ji ber bertîlxweriya heyamên herdu qeyûmên şaredariya Mêrdînê, îro hin kesên din hatin binçav kirin.

Yek ji wan kesan Rêveberê kompanya elektrîkê a taybet DEDAŞê  Mehmet Bulut e. Ji xeynî Bulut, kesên wek Bulent Erdolu, Sînan Yildirim, Şeyhmus Demir, Mehmet Dervîş Duzgoren û Ahmet Acay jî hatine girtin.

Li gor zanyariyan, kesên hatine girtin şandine girtîgehê.