Rêveberê PDKSê sedema girtina Deriyê Sêmalka eskere kir...
PeyamaKurd – Ev zêdetirî deh roj in derîyê sînorî yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, hatiye girtin û li ser girtina Deriyê Sînorî yê Pêşabûr – Sêmalka, karvedanên cuda hene.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Hesen Remzî li ser sedema girtina deriyê Sêmalka ragihand: “Di 11ê vê mehê de bi vexwandina Serok Barzanî ENKSê xwest biçe vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî lê PYDê rê neda ku partiyên ENKSê di vê roja girîng û pîroz de amade bin. Ew bû sedema girtina vê derî.”
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Hesen Remzî diyar kir: “Em dizanin ku ev derî alîkar e ku pêkhateyên deverê ji xwe re bi kar bînin di warê siyasî, civakî, aborî û mirovî de take rê bû ku welatî ji xwe re bi kar bînin lê mixabin ji encamên kiryarên PYDê ev derî careke din hate girtin. Em bang li Amerîkayê dikin fişarê li ser PYDê bike, da ku rê xweş bike û careke din ev derî were vekirin, pêşiya welatiyan veke û miletê me bi tevahî jê sûdê bigire.”
Hesen Remzî heriwa destnîşan kir ku bandora girtina wî deriyê sînorî li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê heye û xelk daxwaza vekirina derî dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin