Pistî girtina MHP ya Diyarbekirê, rêveberên wê ji gendeliyê hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Înê serok û rêveberên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a ku rêxistina xwe li Diyarbekirê hilweşandibû, bi sedema gendelî û fesadiya îhaleyan hatin binçavkirin.
MHPê doh 16ê Hezîrê li ser medya civakî hilweşandin û girtina rêxistina xwe ya li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ragihandibû.
Piştî hilweşandina rêxistina MHPê bi rojekê, îro 17ê hezîranê hat ragihandin ku di encama operasyona nîvê şevê ya bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de, Serokê Rêxistina Diyarbekir ê MHPê Cîhan Kayaalp û hin endamên desteya rêveberiyê hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin, Serokê Rêxistina MHPê Cîhan Kayaalp û endamên desteya rêveberiyê yên ku hatine binçavkirin, li Navenda Asayîşê ya Diyarbekirê îfadeyên wan têne standin ku bi "gendelî" û "fesadiya îhaleyê" têne tohmetbarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin