Pistî girtina Xebat Îrandostê bokanî 12 roj in agahî jê nayê wergirtin
PeyamaKurd – Piştî derbasbûna 12 rojan di ser girtina kurdekî ji bajarê Bokanê yê bi navê Xebat Îrandost, tu agahî derbarê wî de nayên wergirtin.
Li gor raporeke Tora Mafê Mirov a Kurdistanê (Kurdistan Human Rights Network) a ku li paytextê Fransayê Parîsê li ser binpêkirinên mafê mirov ên li Rojhilatê Kurdistanê dixebite; 2yê Cotmeha 2024an, hêzên întizamî yên Îranê li bajarê Bokanê, êrîş birine ser cihê karê ê Xebat Îrandost û bêyî pêşkêşkirina biryara dadgehê, ew binçav kirine.
Tevî sewq û şopandina malbatê ya ji bo zanîna çarenivîsa wî jî, saziyên ewlekarî û dadweriyê red kiriye ku derbarê rewşa wî de agahiyekê bidin.
Heya niha tu agahî li ser cihê binçavkirina wî û sûcdarkirina wî tu tişt nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin