MOSSADê pistî girtina wî li Tehranê, îtirafên fermandarê bilind ê Îranê belav kir

22 July 2022 16:36 0 dîtin
MOSSADê pistî girtina wî li Tehranê, îtirafên fermandarê bilind ê Îranê belav kir

PeyamaKurd – Saziya Îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) li navenda Tehrana paytextê Îranê, fermandarekî bilind ê Supaya Pasdarên Îranê girt û piştre jî îtirafên wî belav kirin.

Hat diyarkirin, roja 21ê Tîrmeha 2022an, MOSSADê Vîdeoya îfade û îtirafên pasdarekî payebilind li Tehranê belav kir û Îsraîl kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê bi belge û ji zimanê endamekî payebilind yê Pasdaran eşkere kir.

Piştî belavkirina wê vîdyoyê û li navenda Îranê girtin û ragihandina îtirafên fermandarê îranî, nîqaşa ku Îsraîl di nav Îranê çiqas bi nifûz e derket holê.

Di vîdyoyê de, pasdarê bi navê Yedula Xidmetî, îtiraf dike ku rejîma Îranê çawa çek û cebilxaneyan dişîne Sûriye, Lubnan, Iraq û Yemenê.

Yedula Xidmetî endamekî payebilind yê Supaya Pasdaran e ku li Tehranê û di nav dilê Îranê de ev îtiraf jê hatiye wergirtin.

Piştî vê bûyera belavkirina îtirafan, derketiye holê ku ti dîwarek li ber nifûza Mossadê li nav dam û dezgehên Îranê tune ye.