Almanya, girtina ‘Enstitu ya Zimanê Alman ya li Tehranê’ sermezar kir

20 August 2024 21:43 0 dîtin
Almanya, girtina ‘Enstitu ya Zimanê Alman ya li Tehranê’ sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Almanya, ji ber girtina Enstitu ya Zimanê Alman ya li Tehranê (DSIT) bertekî nîşanî Îranê da û girtinê şermezar kir. Wezaret ragihand ku Enstitu ji bo hînbûna ziman, ciyekî hevdîtinêye û armanca wê xwurtkirina têkiliyên navbera Almanya û Îranê ye.

Wezareta karên derve ya Almanya daxwuyaniyê da û got ku Enstitu di bin şertên zor de, ji bo mirov ziman hîn bibin xebata şexsî dida û ciyekî naskiriye, ciyê hevdîtina mirovaye û armanca wê pêwendiyên navbera Îran û Almanya xwurt bike. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Em tevgerên hêzên ewlehiyê yên ser Enstitu ya Zimanê Alman ya Tehranê şermezar dikin. Qet nikarin xwe mafdar derxin. Me bangî balyozê Îranê yê li Berlînê kir da were wezaretê û me xwest ku yekser îznê bidin Enstituyê da ji nûh de vebe.”

Wezaret got ku DSIT di sala 1995an de ji aliyê balyozxana Almanya ya li Tehranê de vebûye, di asta A1 heya asta C2 kursên zimanê Almankî dide, Enstitu xwe bi perê kursên ziman û ezmûnan xwedî dike û ne girêdayê Enstitu ya Goethe ye.