Almanya: Eger biryara girtina Netenyahu ji dadgeha ceza ya navdewletî derê wê bicîhbîne
PeyamaKurd – Îspanya, Almanya û Danîmarka biryara naskirina dewleta Fîlîstînê dabûn û li ser biryara wan dewletan Îsraîl ketibû şoqê. Li ser mijarê navbera Îsraîlê û Almanya gelek nexweş bû û di ser de jî berdevklê serokwezîrê Almanya yê Olaf Scholz, Steffen Hebestreit, ragihand û got :
“Eger biryara girtina Netenyahu ji Dadgeha Ceza ya Navdewletî derê wê dewleta Almanya biryarê bicîhbîne.”
Li ser biryara Almanya, balyozê Îsraîlê yê li Berlinê Ron Prosorji Almanya xwest ku biryarê red bike lê Hebestreit got ku Netenyahu here Almanya dê wî bigrin û weha dewam kir:
“Helbet, em ê qanûnan bicîh bînin.”
Serdozgerê Dadgeha Cezayê Giran yê Navdewletî Kerîm Xan seredana dadgehê kiribû ku bi sedema sûcdarên şerin û li hemberê mirovatiyê sûcan kirine xwestibû dageh biryara girtina Netenyahu û wezîrê berevaniyê Yoav Gallant bide.
Di heman wextê de ji bo rêvebirên Hamasê Îsmail Haniye, Yahya Sinwar û Muhammed ed-Dayf jî daxwaz hatibûn kirin ku dadgeh biryara girtina wan bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin