Rûsya li dijî biryara Almanya ya girtina balyozxaneyên xwe bertekê nîsan da

01 June 2023 01:33 0 dîtin
Rûsya li dijî biryara Almanya ya girtina balyozxaneyên xwe bertekê nîsan da

PeyamaKurd –  Wezareta karên derve ya Rûsyayê li dijî biryara Almanya ya girtina balyozxaneyên xwe yên li Almanyayê bertekê nîşan da. Wezaret di berteka xwe de got ku girtina balyozxaneyan tevgerekî dostane nîne û hedefa kiryarê xerabkirina têkiliyên duqolîne. Wezareta Rûsya her weha got ku wê ev kiryar dê bê bersiv nemîne û weha dewam kir:

“Rûsya tewana Berlînê ku her tim ew gengeşê peyda dikin, em tewanên wan yên di derbarê me de red dikin. Em bang li terefê Almanya dikin ku rawestin. Berlîn bi dijminahî tevdigere û qîbla xwe şaş kiriye. Divê Almanya bizanibe ku ji xerabkirina têkiliyan berpirse. Tevgerên Almanya yên bêperwa wê bê bersiv nemînin.”

Berdevkê wezareta karên derve yê Almanya Christofer Burger îro ragihand ku hedefa wan li Rûsyayê xebatên xwe yên dîplomatîk di asta herî kêm de bimeşînin û wê 4 balyozxaneyên Almanya heya meha 11ê bigrin. Burgeh weha dewam kir:

“Bi van sedeman 5 balyozxaneyên Rûsya ku li Almanya xebatên xwe dewam dikin, me biryarê da ku ji wana 4 balyozxanan îzna wan betal bikin.”