Almanya: Êrîsên Rûsyayê li dijî mirovahiyê ne!

04 January 2023 22:28 0 dîtin
Almanya: Êrîsên Rûsyayê li dijî mirovahiyê ne!

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, li bajarê Lîzbon ê Portugalê di daxuyaniyeke rojnamevanî de, êrîşên Rûsyayê yên vê dawiyê li ser Ukraynayê bi tundî şermezar kir û bang li hevpeymanên Ewropayê kir piştevaniya bo Ukraynayê bidomînin.

Baerbock, bal kişand ser ku Rûsya êrîşên asmanî dibe ser binesazîya enerjî û jiyanê ku tekane armanca wê qutkirina çavkaniyên jiyanê yên xelkê ukraynî ye ku ev êrîş li dijî mirovahiyê ne.

Herwiha Baerbock, bi sedema ku Pûtîn cesaretê nebûna piştgiriyê distîne, bang li welatên Ewropayê kir piştevaniya bo Ukraynayê berdewam bikin û got, "Bihêzbûna Ewropayê ya yekrêziyê ku di sala borî de pêk hat, divê di sala nû de were parastin û bipêşxistin.”