Almanyayê zimanê Kurdî li ezmûna ehlîyetê zêde kir
PeyamaKurd – Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi ezmûnên zimanê Kurdî dikarin ehlîyeta şofêrtiyê bistînin. Piştî qerta rûniştinê, belgeya ajotinê yek ji belgeyên herî hewce ye ji bo koçberek li Ewropayê.
Koçberên Kurd ên ku li Almanyayê dijîn di ezmûnên ehlîyetê yên ku îsal destpê dikin de neçar in ku bi Almanî û bi zimanekî din biaxivin.
Piraniya kesên ku li Ewropayê dijîn û mafê wan ê rûniştinê heye jî li ser wergirtina ehliyeta ajotinê difikirin. Bi rastî, destûrnameya ajotinê bi qasî mafê rûniştinê û peydakirina kar belgeyek girîng e.
Kurdî û Ukraynî li 12 zimanan hatin zêdekirin
Heya niha Almanya destûr da ku ezmûnên ehliyeta ajotinê ji bilî Almanî bi 12 zimanan bêne kirin.
Heta niha Kurdî di nav van zimanan de tunebû û Kurdên koçber ên li welêt mecbûr bûn ku bi zimanên Almanî, Îngilîzî an Erebî û Tirkî ezmûnê bidin.
Hikûmeta Almanyayê biryar da ku îsal Kurdî û Ukraynî li 12 zimanên din zêde bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin