Zeydan pistî wergirtina mazbatayê axivî: Texrîbat heye derman jî heye
PeyamaKurd - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, piştî vegerandina mafê wî yê seroktiya şaredariyê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ve mazbataya xwe wergirt. Zeydan dema çû avahiya şaredariyê axaftinek ji kesên hatibûn pêşwazîyê re kir.
Zeydan spasiya kesên ku çûn ser sindoqan û li îradeya xwe xwedî derketine kir û diyar kir, “Hinek neheqî hatin lê têkoşîna gelê Kurd, gelên aştîxwaz û gelên Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin da gelê Wanê û YSKê dawiyê biryareke hiqûqî da.”
‘Emê ji gelê xwe re xizmeteke baş bikin’
Abdullah Zeydan got, ‘me zanîbû ku dê edalet were cih’ û li ser rewşa şaredariyê wiha axivî: “Em dizanin texrîbateke giran û birîneke kûr heye lê em ji xwe, fikriyata xwe, pisporiya xwe û gelê xwe bawer in. Me tim digot, em dê bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin. Rast e, birîn heye, texrîbat jî heye lê derman jî heye. Em dê 24 satean, bi şev û roj bixebitin û ji gelê xwe re xizmeteke baş bikin. Înşelah em dê jî xizmete baş û layiqî gelê xwe bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin