Li Diyarbekirê serdegirtina malan! Hevsaredar hat desteserkirin!

26 November 2024 09:11 0 dîtin
Li Diyarbekirê serdegirtina malan! Hevsaredar hat desteserkirin!

PeyamaKurd – Hate hînbûn ku polîsan danê sibê li Diyarbekirê bi ser hin navnîşanan de girt û Hevşaredarê Kayapinarê Cengîz Dundar jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Cengîz Dundar di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got, "Polîsan girtin ser mala min, lêgerînê dikin, wê min desteser bikin."

Di çarçoveya çapemeniyê de li malên Cengîz Dundar, Seroka Cemiyeta Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Rosa Metîna û mamosteyên endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) lêgerîn tê kirin.

Hevşaredarê Kayapinarê Cengîz Dundar û Seroka MKGê Rosa Metîna jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.