Di serdegirtina malan de parêzer hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê û Ameda Bakurê Kurdistanê, di serdegirtina mal û buroyên parêzeran de 9 parêzer hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyên berdest, di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû destpêkirin, polîsan bi ser mal û buroyên parêzeran de girt û di encamê de li Rihayê 3 parêzer, li Sêwregê 3 parêzer û li Sirûcê jî parêzerek û li Amedê jî 2 parêzer hat desteserkirin.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel piştrast kir ku 7 hevkarên wan hatine desteserkirin û diyar kir ku li gelek kesên din digerin.
Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin jî li ser hesabê xwe yê medya civakî bertek nîşanî biryarê da û got:
“îro sibehê zû, bi fermana Dozgerê Komarî yê Rihayê, derbarê çar hevalên me de biryara desteserkirinê hatiye derxistin û 2 hevkarên me hatine desteserkirin.”
Nayê zanîn bê parêzerên Kurd ji ber çi sedeman û çi hincetan hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin