Li 36 bajaran serdegirtina 'Mîtînga Azadiyê': Gelek kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî mîtînga "Mîtînga Azadiyê" ya 13ê Cotmehê li Diyarbekirê li 36 bajaran di serdegirtina malan de 269 kes hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku di serdegirtinên malan ên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve li 36 bajaran hat kirin de 269 kes hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku çalakiya ku di 13ê Cotmehê de li Diyarbekirê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bi beşdariya bi hezaran kesî hat lidarxistin, weke hinceta desteserkirinan hatiye nîşandan.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî 7 parlamenterên DEMê jî di nav de bi giştî 13 kesan lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji 5 kesên di 13ê Cotmehê de hatibûn desteserkirin yek jê hat girtin, 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Daxuyaniya Yerlîkaya ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X wiha ye:
"Em li Diyarbekirê dîmenên provokatîf, hewldana propagandaya terorê û rûreşkirina tundiyê qebûl nakin. Em bi biryar in ku terora cudaxwaz jî di nav de hemû tehdîdên li ser welatê xwe û demokrasiyê ji holê rakin. Tevî biryara qedexeyê ya Parêzgariya Diyarbekirê ji bo rê li ber têkbirina nîzam û ewlekariya giştî were girtin, di 13ê Cotmeha 2024an roja Yekşemê de 47 rêvebirên hesaban ên ku hewl dan mitînga neqanûnî li dar bixin û li ser medyaya civakî parvekirinên ku piştgiriyê didin rêxistina terorê, di xebatên dewriyeya virtual ya ku ji aliyê Midûriyeta me ya Dijî Sûcên Sîberê ve hatin kirin de hatin tesbîtkirin. Midûriyeta Emniyetê û derbarê wan de tedbîr hatin girtin. Di heman rojê de bi giştî 13 rêveberên hesaban ku 7 ji wan parlementerên Partiya DEMê bûn, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wêneyê serkirdeyê Rêxistina Terorê ya Veqetandî parve kiribûn.
Di heman rojê de 5 gumanbarên ku hat tesbîtkirin ku propagandaya rêxistina terorê ya cudaxwaz dikin hatin desteserkirin, 1 jê gumanbar zarok jî hatin desteserkirin. Ji kesên hatin desteserkirin gumanbarek hat girtin, ji bo 4 gumanbara jî biryara kontrola edlî hat dayîn. Zarokê ku hat desteserkirin serbest hat berdan. Proseya tesbîtkirina gumanbarên din ên ku propagandaya derqanûnî dikin dewam dike.
Di operasyonên li 36 wîlayetan ku li Adana, Adiyaman, Afyonkarahisar, Agirî, Erdexan, Antalya, Aydin, Batman, Bîngol, Bedlîs, Bursa, Çanakkale, Diyarbekir, Duzce, Erzirom, Eskîşehîr, Elezîz, Dîlok, Gumuşhane, Colemêrg, Isparta, Stenbol, Îzmîr, Kahramanmaraş, Meletî, Mêrdîn, Mûgla, Osmaniye, Sakarya, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Şanliurfa, Şirnex, Wan, Yozgat, 269 gumanbarên endamên Rêxistina Terorê ya Cudaxwaz (BTÖ) ku berê bi avêtina kevir û molotofkokteylan beşdarî çalakiyên kolanan ên derqanûnî bûbûn û wêneyên wan ên endamên payebilind ên rêxistinê hatin tesbîtkirin û hatin desteserkirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê hewl didan çalakiyan li dar bixin, hatin girtin û desteserkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin