Li 3 bajaran bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

13 February 2025 13:33 0 dîtin
Li 3 bajaran bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê polîsan danê sibehê bi ser malekê de girt.

Hat zanîn ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna ku li ser kesên ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibûn kirin, tev li protestoyan bûne hatiye destpêkirin.

Di serdegirtinê de kesê bi navê Abdurrahman Gezer hat binçavkirin. Endamên malbatê bertek nîşanî binçavkirina Gezer da ku ew ji pişt ve kelepçe kirin. 

Hate diyarkirin ku Gezer birine Midîriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Li navçeya Ceyhana Edeneyê danê vê sibehê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku kesên bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê kirine” ji ver parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatine binçavkirin.

Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: Nedîm Taş, Ferhat Kayran, Dogan Batur, Necat Eşîm.

Li Colemêrgê jî danê sibehê di serdegirtinên malan de gelek ciwan hatin binçavkirin. 

Hat ragihandin ku ciwanên ku bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê kirine” hatin binçavkirin, birin Midîriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Colemêrgê.

Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ye: Nazmî Kaplan, Hizir Akbulak, Cahfer Akbulak û Alî Yîgît.