Li Geverê bi ser malan de girtin: 11 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku polêsên Tirkiyeyê li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê 11 kesan desteser kirine.
Jêderên ji Geverê dane zanîn ku îro danê sibehê, hêzên polês ên Tirkiyeyê li navçeyê, bi awayekî hemdem çend operasyon pêk anîne û di van operasyonên ku bi ser malan de girtine de 11 welatî hatine desteserkirin.
Hate ragihandin ku di nav ew 11 kesan de zarok jî hene û ev kesên hatine desteserkirin birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Geverê.
Jêderan diyar kirin ku ji ber li ser dosyayên van kesan biryara 'nepenîtiyê' hatiye dayîn, sedema desteserkirina wan nehatiye zanîn.
Jêderan dane zanîn ku li ser van 11 kesan biryara qedexeya axaftina bi parêzeran re a 24 demjimêran hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin