Li Diyarbekirê polîsan girtin ser malan: Gelek kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê, li Diyarbekirê girtin ser malan û endamên Egîtîm Senê jî di nav de, 14 kes desteser kirin.
Li Diyarbekirê, polîsan di serê sibê de, girtin ser gelek malan. Polîsan piştî serdegirtina malan û lêgerînên di malan de, endamên Egîtîm Senê Zeynep Alak û Şenay Koç jî di nav de, 14 kes desteser kirin.
Kesên hatin desteser kirin, birin Birêveberiya Ewlekariya Polîsan a Diyarbekirê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin