Li Diyarbekirê polîsan girtin ser kafeyeke Kurdî xizmetê dide
PeyamaKurd – Polîsan girtin ser kafeya Diyarbekirê ya ku biryara xizmetê tenê bi Kurdî tê dayîn û xwediyê kafeyê hat desteserkirin.
Polîsan girtin ser kafeya Diyarbekirê ku ji raya giştî re ragihandibûn ku ji bo balê bikşînin ser parastina zimanê Kurdî wê xizmetên xwe bi Kurdî pêşkêş bikin.
Xwediyê kafeyê hat desteserkirin
Polîsên Şaxa TEMê danê sibehê girtin ser Kafeya Pîne ya li Kolana Hunerê ya Taxa Ofîsê. Polîs li kafeyê geriyan û xwediyê wê Ramazan Şîmşek desteser kirin. Hatibû ragihandin ku ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li kafeya navborî wê êdî xizmet bi Kurdî bê kirin.
Ramazan Şîmşek li ser medyaya civakî piştî îfadeya ku wê xizmetên bi Kurdî bên kirin hedef hat girtin.
Şîmşek serê sibê saet di 05.00an de di serdegirtina polîsan a li kafeyê de hat desteserkirin.
Hate hînbûn ku sedema desteserkirina xwediyê kafeyê, îxbarên hatine kirin in.
Pîne Kafe ya Diyarbekirê piştî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî biryar da ku hemû têkilî û xizmetên xwe tenê bi Kurdî pêşkêş bikin.
Xwediyê kafeyê: Mişterî bi zimanê ku dizanin diaxivin, lê em bi Kurdî bersivê didin
Xwediyê kafeyê Ramazan Şîmşek diyar kiribû:
“Pêşwazîkirin, ferman girtin û danûstandin bi Kurdî tê kirin. Kesên ku bi Kurdî nizanin jî tên kafeya me. Daxwazên xwe bi zimanên ku dizanin tînin ziman, lê em bersiva xwe bi Kurdî didin. Yên ku Kurdî nizanin jî dikarin bên kafeya me, bila bên ji bo Kurdî fêr bibin.”
Li ser medyaya civakî bi gotina 'Tirkî li vê kafeyê qedexe ye' hate hedefgirtin.
Piştî nûçeyê hat dayîn, li ser medyaya civakî û hin malperên nûçeyan bi peyama 'Li vê kafeyê axaftina bi Tirkî qedexe ye' kafe û xwediyê wê bûn hedef.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin