Stranbêjê Kurdî Mazlum Akpolat hat girtin

01 February 2025 13:02 0 dîtin
Stranbêjê Kurdî Mazlum Akpolat hat girtin

PeyamaKurd – Stranbêjê Kurdî Mazlum Akpolat ê ku ji ber straneke Kurdî gotibû 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji ber sûcê “propagandaya rêxistina terorê kiriye” li navçeya Beyoglûyê ya Stembolê hat binçavkirin. 

Hat ragihandin ku piştî ku karên li midîriyeta polîsan Akpolat bi dawî bûye, ew bi awayekî demkî şandin Girtîgeha Metrîsê. 

Bendewarî ew e ku Akpolat di 3yê sibatê de sewqî Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê) bê kirin.

Çi qewimîbû?

Stranbêjê Kurdî Mazlum Akpolat ji ber strana xwe ya bi navê “Xewna Sed Sala” ku di Hezîrana 2016an de derxistiye, bi sûcdariya “propagandaya rêxistina terorê kiriye” hat darizandin. 35. Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stembolê ji ber heman îdiayê 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Akpolat birîbûn.