Lîstika sanoyê ya Kurdî di Festîvala Navdewletî de du xelat wergirtin

02 June 2024 12:34 0 dîtin
Lîstika sanoyê ya Kurdî di Festîvala Navdewletî de du xelat wergirtin

PeyamaKurd – Di Festîvala Şanoya Navdewletî ya Urdinê de, monodrama “Selme” ya Kurdî du xelat wergirt ku behsa karesata Helebce û koçberiya Kurdan dike.

Derhênerê şanoyê Nejad Necim ragihand, piştî wergirtina xelata jûriyê li Festîvala Navdewletî ya Qertajê li Tûnisê, di Festîvala Urdinê de jî wan du xelat bidest xistine ku Xelata Pêşandana herî baş û lîstikvanê herî baş e.

Nejad Necim diyar kir: “Monodrama ne li 15 welatên cîhanê hatiye pêşandan. Ev xebateke hevbeş di navbera Kurdistan û Fransa de ye û naveroka berhemê behsa karesata Helebçe, jenosîd, karesata Enfalê û koçberiya girseyî ya Kurdan dike.”

Şanoya “Selme” berhema koma şano ya Heware ye û ji aliyê Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsandin û derhênerê wê jî Nejad Necim e.