Li festîvala Cerîse ya Navdewletî Filmê Kurdî xelat wergirt
PeyamaKurd - Filmê Kurdî yê bi navê "Hetahetayê", ku ji derhênana Awat Osman Elî ye, karî xelata yekem a diwem gera festîvala Cerîse ya Navdewletî li welatê Tunis bidest xîne.
Sînaryoyê wî film ji aliyê Dana Kerîm ve hatiye nivîsandin û her yek ji ektrên kurd Herdî Samir û Soma Qasim têde beşdar bûne.
Film beha çîroka evîniyê di nav kur û keçeke gundî de li navçeyên sînorî dike, di wî filmî de giringî bi nîşandana ciwaniya siruşta cugrafya nawçeyên sînorî yên Kurdistanê hatiye ddayin û nerît û adetên civakî yên resen ên Kurdî, têde hatine pêşandan û bi zimanekî hunerî sînemayî û bi awayekî kurdewarî hatiye berhemanîn.
Heya niha filmê "Hetahetayê" beşdarî di hejmarek festîvalên nawxweyî, Iraqî û cîhanî de kiriye û astekî baş tomar kiriye û ji berhemanîna fermangeha Huner û Rewşenbîriyê ya bajarê Silêmaniyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin