Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê destpê dike
PeyamaKurd – Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê wê îsal di navbera 4-7ê Gulanê de bê lidarxistin û gelek fîlmên derhênerên Kurd ên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm di festîvalê de bên nîşandan.
Li gor nûçeya melpera Diyarnameyê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê îsal 2yemîn car wê bê lidarxistin û Festîval wê li salona “Centre Wallonie-Bruxelles” ya li Parîsê li dar bikeve.
Herwiha festîval roja 4ê Gulanê saet 19an de bi nîşandayîna fîlmê derhêner Mano Xelîl ê bi navê “Cîran* destpê bike û 7e Gulanê saet 20an de bi nîşandayîna fîlmê derhêner Şewket Emîn Korkî ê bi navê “Ezmûn” bi dawî bibe. Ji bilî van di nav bernameyê de fîlmên metrajdirêj ên wekî “Klama Dayika Min” (Derhêner Erol Mîntaş), “Xalko” (Derhêner Sami Mermer et Hind”, “Govenda Alî û Zîn* (Derhêner Mehmet Ali Konar), “Bîranîna Hepsê Reş” (Derhêner Şahram Alidi) hene. Belgefîlmê Rûken Tekeş ê li ser Heskîfê û dor deh kurtefîlm di nav bernameyê de ne.
Festîvala bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Komeleya Sînemayê ya Franko-Kurd “CinêBej” tê sazkirin. Herwiha Wezareta Çandî û Şaredariya Parîsê jî piştgirî dide festîvalê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin