Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi fîlmekî Kurdên Êzidî destpê kir
PeyamaKurd – Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, bi fîlmekî Kurdên Êzidî destpê kir û wê di festîvalê de 28 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm bên nîşandan.
Li gor zanyariyan, di festîvalê de 28 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm ku behsa çand, dîrok û serpêhatiyên Kurdan dike cih digirin. Hejmareke zêde sînemakar, derhêner ên ji çar perçeyên Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn bal kişandin ser girîngiya sînemayê bo çand û zimanê Kurdî.
Herwiha amadekar û gelek beşdarên festîvalê ji ber ku dema ahenga Newrozê li Diyarbekirê lixwekirina cilên Kurdî ji hêla polîsên Tirkiyê ve hatibû qedexekirin, di merasîma festîvalê de bi lixwekirina cil û bergên Kurdî berteka xwe nîşanî wê qedexeyê dan.
Di yekem roja festîvalê de fîlmê “Kurdên Êzidî” ku li gundekî Kurdan a li Ermenîstanê hatiye kişandin û behsa dijayetiya şêx û axayan li ser perwerdehî, qala jiyana bi zehmet a jinan û girîngiya xwendinê dike hat nîşandan.
Di 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê de, ji Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek sînemakar, derhêner û lîstîkvan tevlî festîvalê bûn.
Festîvala ji aliyê Kolektîfa Sînemayê ya Navenda Çand a Mezopotamyayê ve tê lidarxistin û heta 29ê Adarê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin