4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi belavkirina xelatan bi dawî bû

23 September 2024 16:08 0 dîtin
4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi belavkirina xelatan bi dawî bû

PeyamaKurd - 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ya li Sînema Park Mosfîlmê hate li darxistin, bi merasîma xelatdayînê bi encam bû.

Di çarçoveya festîvalê de; di kategoriya Fîlmê herî baş ê dirêj de fîlmê “Hesp” bi ser ket, “Keçên rojê” jî wek Belgefîlmê herî baş hate dîtin.

Fîlmê “Distan” wek Kurtefîlmê herî baş, fîlmê “Dartiraş” jî wek “Kurtefîlmê herî baş ê belgeyî hate hilbijartin.

Belgefîlmê “Rûbara Xemgîn” jî dîplomaya taybet wergirt.

Di merasîmê de endamên juriyê, nûnerên endustriya sînemaya Rûsyayê derhênerên Kurd beşdar bûn.

Derhêner û senarîst Angelina Nikonova, lîstikvan û derhêner Lyanka Gryu, producer Maxim Dobromyslov, hilberîner Elena Glikman, rojnameger û derhênerê Yunan Thomas Sideris, derhêner Îvan Bolotnîkov, derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Newzad Şêxanî, edîtorê sînemayê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Loqman Sohanver, lîstikvana ji Bakurê Kurdistanê Rugeş Kirici, derhêner Ozkan Kuçuk, Mehran Şîrî, Sîna Mihemed, Mehdî Umêd, Xelîl Sehragerd, Nawjîn Ezîz û hwd. amade bûn.

Di kategoriya fîlmên dirêj de 6 fîlm, di kategoriya belgefîlman de 8 fîlm û di beşa kurtefîlman de jî 15 fîlmên sînemayî û 9 belgefîlm cih girtin.

Di bernameyên pêşbirk û derveyî pêşbirkê de bi giştî 52 fîlmên ji 12 welatan û ji 4 parçeyên Kurdistanê, Fransa, Kanada û Holendayê hebûn.

Xelata Roja Zêrîn

Tora Medyayî ya Rûdawê partnera medyayî ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ye.

Xelata Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê  ku bi hevkariya tora medyayî ya Rûdawê ve tê organîzekirin “Roja Zêrîn” e.

Roja Zêrîn cûreyeke krîstal e ku xeleka rojê ya bi 21 tîrêjan li ser hatiye nexşkirin û wekî roja li ser Alaya Kurdistanê ye.

Xelata Roja Zêrîn ji aliyê hevkar û sponsorê festîvalê Multimedia Agencyê ve hat dayîn û lîstikvanê ji Rojhilatê Kurdistanê Bextiyar Panceyî, “ji bo lîstikvaniya wî ya dilşewat” a di fîlmê Tapoyê de stand.

Di kategoriya Kurtefîlmên Dirêj de fîlmên “Sêv” û “Sûra” dîplomayên taybet ên juriyê wergirtin.

Her wiha lîstikvan Meryem Bûbaniyê ku di fîlmê “Kur” de rola sereke dileyîst xelat wergirt.

Fîlmê “Distan” ê Abdurrahîm Karabulut û Mahnu Selayîr wek “Kurtefîlmê Herî Baş” hate hilbijartin.

Fîlmê “Dartiraş” ê bi derhêneriya Xelîl Sehragerd, wek “Belgefîlmê Kurt ê Herî Baş” hate hilbijartin.

Di kategoriya Belgefîlmên Dirêj de fîlmê “Çemê Xemgîn” ê derhêner Zana Newzad Mehmûd xelata taybet wergirt.

Fîlmê “Keçên Rojê” ê derhêner Rêber Doskî xelata “Belgefîlmê Herî Baş” wergirt.

Jûriya festîvalê

Fîlmê Dirêj ê Herî Baş ji aliyê derhêner û senarîsta Rûs Angelina Nikonova, lîstikvan û derhêner Lyanka Gryu û produserê fîlmên dirêj, belgefîlm û rêzefîlman Maxim Dobromyslov ve hat hilbijartin.

Perwîn Recebî ku di fîlmê “Passing Happiness” yê derhêner Sîna Mihemed de dileyîzt, xelata leyztikvaniya herî baş wergirt.

Juriyê, fîlmê “Hesp” ê bi derhêneriya Mehdî Umêd ê ji Başûrê Kurdistanê wekî Fîlmê Herî Baş ê Dirêj hilbijart.

Xelata festîvalê ji Hinêr Selîm re hate pêşkêşkirin

Di dawiyê de Serokê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Kerem Gerdenzerî xelata festîvalê ji ber keda wî ya di sînemaya Kurdî de pêşkêşî derhêner Hinêr Selîm jî kir.