Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi fîlmê Yilmaz Guney 'Rê' dest pê dike
PeyamaKurd - Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro 29ê Hezîranê dest pê kir û heta 13ê Tîrmehê bi nîşandana fîlmên sînemakarên heşt welatên cîhanê wê berdewam bike.
Hat ragihandin ku îro Çarşemê bi merasîma vekirina festîvalê ya li Navenda Sînemaya Oktyabr a li navenda Moskowê Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî li bajarê Saint Petersburgê dest pê dike.
Berpirsa festîvalê Gulîzar Gerdenzerî ku bixwe keça hunermendê naskî yê Kurd Kerem Gerdenzerî ye, ragihand ku festîval di bin çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê sazkirin û diyar kir, armanca wan nîşandana çand û dîroka Kurdan û jiyana modern a netewa Kurd e.
Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ji bo bîranîna 85emîn salvegera jidayikbûna derhênerê navdar ê Kurd Yilmaz Guney tê lidarxistin û bi pêşandana fîlmê Yilmaz Guney "Rê" tê vekirin, ku sala 1982yan xelata Festîvala Fîlman a Cannesê wergirtibû.
Herwiha Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî di lîsteya festîvalên fîlman ên navneteweyî de cih girtiye û ji aliyê Wezareta Çandê ya Rûsyayê ve tê organîzekirin.
Wê di beşa pêşbirkê ya festîvalê de, ji bilî fîlmên derhênerên ji her çar parçeyên Kurdistanê, berhemên ji 8 welatan, ji Rojhilata Navîn û Ewropayê bêne pêşandan ku ji di nav 54 berheman de fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm hene û hemû fîlm bi orîjînal û jêrnivîsa rûsî têne nîşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin