Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro dest pê kir
PeyamaKurd - Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskow a Paytexta Rûsya îro dest pê kir.
Endama Komîtiya Amadekar a festîvalê Gulîzer Gerdenzerî ji K24ê re ragihandiye: “Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskow roja 21 Tîrmehê dest pê dike û heta 25ê heman mehê berdewam dibe. Heta niha 35 fîlm hatine hilbijartin ji bo beşdariyê di festîvalê de bikin.”
Gulîzer Gerdenzerî diyar kiriye, di festîvalê de hejmarek ji fîlmên dirêj û fîlmên kurt û belgefîlm ên derhênerên Kurd û derhênerên ji welatên din ên cîhanê beşdar in û dê bi riya online û bi zimanê dayikê ligel wergerandina bo zimanê Rûsî dê werin pêşkêşkirin.
Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî ku biryar bû meha Gulana sala borî li Moskowê bihata lidarxistin, ji ber pandemiya koronayê hatibû paşxistin.
Li Moskowê Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin