Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi Fîlmê ‘Kurdên Êzîdî’ destpê dike
PeyamaKurd – Komîteya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê diyar kir, Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, di 24ê Adarê de destpê dike û wê di festîvalê de 30 fîlmên derbarê Kurdan de werin nîşandan.
Li gor Komîteya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê da zanîn, di kategoriya metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlm de, nezî 30 fîlm di nav şeş rojan de wê bên nîşandan.
Herwiha ev fîlm, ji çar aliyê Kurdistanê û gelek welatên cîhanê yên ku Kurd lê dijîn û berhem afirandine hatin berhevkirin û piranî bi tevlîbûna derhêneran re wê werin nîşandan.
Festîval wê bi Fîlmê bi navê ‘Kurdên Êzîdî’ yê ku di sala 1933yan de ji aliyê Amasi Martirosyan hatiye kişandin û heta niha ne li Tirkiyê ne jî li Kurdistanê hatiye nîşandan, destpê bike.
Di festîvala ku wê di 24ê Adarê de destpê bike û heta 29ê Adarê bidome de, wê di çarçoveya forûmekê de ji her qadên sînemayê, sînemagerên Kurd bicivin û sînemaya Kurdî û pirsgirêkên wê gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin