Îro 12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê destpê dike

13 October 2022 11:31 0 dîtin
Îro 12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê destpê dike

PeyamaKurd – Îro 12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê, bi fokusa “Rojava” destpê dike û heta 19 Cotmehê berdewam bike. Di festîvalê de, wê nêzikî 50 film bên nîşandan.

Li gor zanyariyan, di 12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê (KFFB) de ji xeynî kurtefilm, belgefilm û filmên dirêj, wê bi bernameyên cuda cuda yên muzîk, huner û workşopan bên pêşkêşkirin.

Herwiha di festîvala îsal de nêzikî 50 kurtefilm, belgefilm û filmên dirêj hene û wê film li sinemayên Babylon Mitte, Moviemento (Kreuzkolln) û FSK a li Kreuzbergê yên Berlînê bên nîşandan.

Hat ragihandin ku fokusa festîvala îsal Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê beșê dê filmên ku li Rojava û derveyî Rojava yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine çêkirin wê bên nîșandan. Herwiha ji bilî nîșandana filman, wê pêșangehek hunerî û panêl jî li ser Rojava hebin.

Merasîma vekirina Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê, wê li sînemaya Babylon Mitte pêk were û wê bi fîlmê derhênerê Kurd Mano Xelîl a Cîran destpê bike.

Derhêner Mano Xelîl ji Rojavayê Kurdistanê ye û di filmê xwe yê dawî “Cîran” de behsa çîroka malbateke Kurd a ku li Rojava di bin dîktatoriya Esed de dijîn dike.

Hat zanîn ku 12mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê (KFFB) wê di 19ê Cotmehê de li Festsaal Kreuzbergê, bi stranên Çarnewa, Eniz Aktaş û Şîlan Aktaş û DJ Bariş Cengiz bi dawî bibe.