Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê bi dirusma ‘4 parçe yek sînema’ dest pê kir

28 October 2021 20:04 0 dîtin
Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê bi dirusma ‘4 parçe yek sînema’ dest pê kir

PeyamaKurd – 12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê bi dirûşma “4 parçe yek sînema’’ îro 28ê Cotmehê destpê kir. Festîval îsal diyarî derhênerê Rojhilatê Kurdistanê Rehîn Zebihî hate kirin û cara yekem di festîvalê de xelat jî têne dayîn.

12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê ji 28ê Cotmehê heta 3yê Mijdarê bi diruşma ‘4 parçe yek sînema’ tê lidarxistin.

Li gorî bernameya festîvalê 130 filman serlêdana festîvalê kiriye û 43 berhemên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm, fîlmên zarokan û anîmasyon têne nîşandan.

Ji 43 berhemên hatine hilbijartin 26 kurtefîlm in, 6-7 belgefîlm in û 6-7 fîlmên dirêj in û ji bo zarokan jî 5 fîlm têne nîşandan.

Komîteya Amadekar a 12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê ragihandiye ku ew festîvala îsal diyariyê derhêner Rehîn Zebihî dikin ku ku 7ê Kanûna 2018ê, termê wî û birayê wî Keywan Zebîhî di nava otomobîleke şewitî de li nav dolekê li nêzîkî gundê Bêzero ya ser bi Baneyê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatibûn dîtin.