Festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî li Berlînê hat lidarxistin
PeyamaKurd – Festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî Li bajarê Almanya Berlînê hat lidarxistin.
Hejmareke ciwanên Rojavayê Kurdistanê û navenda Mozayîk a Felestînî, li Berlînê Festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî amade kirin.
Hat zanîn di festîvala ku roja 27ê vê mehê destpêkiribû û do şev bi dawî hat de, hejmarek semînar li ser pirsên siyasî, civakî, dîrokî û çandî hatin pêşkêşkirin, herwiha hejmarek pirtûk hatin îmzekirin û belavkirin.
Herwiha hat ragihandin, di festîvalê de kelûpelên folklorî yên Kurdî, amûrên muzîkê hatin nîşandan û firotin, xwarinên Kurdewarî jî hatin çêkirin.
Di heman demê de hejmarek hunermend beşdar bûn, aheng û dîlana Kurdî jî hate gerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin