Leyla Zana: Saredarî ji bo çand û hunera Kurdî û paqijkirina mêjî pêwîst e!

26 March 2024 18:07 0 dîtin
Leyla Zana: Saredarî ji bo çand û hunera Kurdî û paqijkirina mêjî pêwîst e!

PeyamaKurd – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku ji bo piştevaniya DEM Partiyê di hilbijartinên şaredariyan de ev çend roj in derkeriye qadê, li Batmanê beşdarê kampanyaya hilbijartinê bû.

Leyla Zana, li Batmanê li gundê Xincika hate pêşwazîkirin û paşê bi konvoyekê derbasî Taxa Kaniya Hênê ya navçeya Hezoyê bû. 

Şaredarî ji bo paqijkirina mêjî pêwîst e

Leyla Zana di axaftina xwe ya li Kaniya Hênê de got: “Şaredarî ji bo ziman, çand û hunera kurdî girîng in. Ne tenê ji bo paqijkirina kolanan, ji bo paqijkirina mejiyan jî girîng in. Heke bê bîra we, ji bo kurdan digotin nikarin bên gel hev, hevdu dihesidin. Bila kesên ev gotin dikirin bên li Kaniya Hênê binêrin.” 

Hezo bajarê Mele Evdilahê Xerzî ye

 Zana got: “Hezo, bajarê Mele Evdilahê Xerzî ye. Dema em vî navî dibêjin, tenê navek nayê bîra mirov. Xwedî fikrên kûr û pêşverû bû. Di zarokatiya xwe de jî me li çîrokên wî guhdarî dikir. Wê demê jî qala siyaseta kurd dikir, qala Rojhilata Navîn dihat kirin. Sedema gotina min a Mele Evdilahê Xerzî e ew e ku Xerza navê herêmê û Tîmoq jî navê gund e. Lewma ez jê re dibêjim Xerzî. Mele Evdilah çû Şamê û bi Abdullah Ocalan re li ser ilma îslamê axivî. Her duyan 6 mehan li ser Qur’anê xebat kirin. Piştre jî gihiştin vê qenaetê; divê kes azad bijî. Heke azad bibe wê demê dikare îbadeta xwe di navbera xwe û Xwedê de bihêle û wî îbadetî ji bo bingeha siyasetê amade bike nake.”