Li Berlînê Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
PeyamaKurd - Li paytexta Almanya Berlînê 9.Festîvala Fîlmên Kurdî di navbera rojên 1ê Tebaxê û 9ê Tebaxê de tê sazkirin.
Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ku îsal 9mîn car e tê lidarxistin de, 40 fîlm têne nîşandan û festîval bi fîlmê Girls of The Sun (Keçên Rojê) ya derhênerê fransî Eva Husson, dest pê bike.
Di festîvala ku dê 9 rojan berdewam bike de, 40 fîlmên metrajên kurt û dirêj dê bên pêşandan.
Fîlmê Commander Arian (Fermandar Arîan) ê derhêner Alba Storra, fîlmê Dîstan ê ku derhêneriya wî Leyla Toprak dike û fîlmê Zagros ê derhêner Sahim Omar Khalifa di nav wan fîlmên dê bên nimayîşkirin de ne.
Hemû film dê li holên sînemayê yên Babylon Mitte, Moviemento û Ulme 35ê bêne nîşandan.
Di festîvalê de ji bilî fîlmên derhênerên Kurd, fîlmên li ser Kurd û Kurdistanê û herwiha fîlmên Kurdî-Almanî yên zarokan jî dê cih bigirin.
Hat diyarkirin ku dê di çarçova festîvalê de semîner û civînên li ser sînemayê jî bên sazkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin