3 karkerên muzîka Kurdî guhdar dikirin hatin girtin!
PeyamaKurd – Li Balikesîrê karkerên înşaetê Ozgur Îpek, Mehmet Argîn û Cemal Guzel bi hinceta li parkê muzîka Kurdî guhdar dikin hatin desteserkirin. Karkerên ku sewqî edliyeyê hatin kirin bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" kirin û "li hemberî polîsan li ber xwe dan" hatin girtin.
3 karkerên înşaetê yên li Balikesîrê ji ber li parkê muzîka Kurdî guhdarî kiribûn hatin girtin.
Dema ku Ozgur Îpek, Mehmet Argîn û Cemal Guzel danê êvarê li Parka Ataturkê ya Taxa Altieylûlê li muzîka Kurdî guhdarî dikirin, polîsan bi hinceta "Ji derdor giliyê wan heye" nasname ji karkeran xwestin. Welatiyan dema nexwestin nasnameya xwe bidin û gotin ku tenê li muzîkê guhdarî dikin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û desteserkirin.
"Pêşgiriya wan ji wergirtina rapora êrîşan hat girtin"
Li gorî Kadîr Guzel, birayê Cemal Guzel ê girtî, birayê wî û hevalên wî dema ku hatine desteserkirin rastî êrîşa bi dehan polîsan û hin kesên li herêmê hatine. 3 kesên ku rastî lêdanê hatin û hatin desteserkirin jî di hucreyê de rastî tundiyê hatin û destûr nehat dayîn ku rapora êrîşê bistînin.
3 karkerên ku karên wan ên li midûriyeta polîsan doh danê sibê qediyan, sewqî Edliyeya Balikesîrê hatin kirin. 3 karkerên ku di lêpirsîna li dozgeriyê de bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" û "li hemberî polêsan li ber xwe dane" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 karkerên ku sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin bi heman hincetê hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin