Li Fransayê êrîsî kuaforê Kurd ê li Fransayê li muzîka Kurdî guhdarî dikir kirin!
PeyamaKurd – Hate diyarkirin, kuaforê bi navê Zikrî Alî Avşîn ê Hewlêrî ku li bajarê Roubaix ê Fransayê li muzîka Kurdî guhdarî dikir rastî êrîşa mişteriyekî xwe yê Tirk hatiye û emeliyat bûye.
Li gorî nûçeya BFM TVyê, berberekî Kurd ê 27 salî ji aliyê mişterekî Tirk ê 47 salî ve bi meqes, ji sîngê ve hat birîndarkirin.
Avşîn ê ku ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê û hat emeliyatkirin û hat diyarkirin, rewşa wî ya xetere didome.
Bêtehamuliya muzîka Kurdî!
Hat îdiakirin, mişteriyê êrîşkar ji ber muzîka Kurdî ya li dikanê bêzar bûye
Piştî ku Avşîn got, "Ez bi zimanê xwe muzîkê guhdarî dikim" mişterî bi meqes êrîşî berber kir.
Êrîşkarê nîjadperest li cihê bûyerê hat girtin û ji aliyê polîsên Ruoubaix ve hat binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin