Neçîrvan Barzanî û balyozê Fransayê li ser mesela Kurdên Sûriyê civiyan
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û balyozê Fransayê yê Iraqê Patrick Durel li ser pêşdeçûnên di mesela Kurdên Sûriyê de civiyan. Her dû alî li ser girîngiya yekîtiya Kurdan û parastina mafên temamê pêkhateyên Sûriyê axifîn.
Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de li ser têkiliyên Erbîl-Bexdayê, li ser xebatên avakirina hukumeta nûh ya Herêma Kurdistanê, li ser rewşa Kurdên Sûriyê û rewşa herêmê axifîne.
Her dû teref behsa girîngiya dewama hevdîtinên Kurdistan-Bexdayê kirine. Barzani û Durel, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ku bi xweşbîniyê çareser bibin, axifîn.
Balyozê Fransayê yê Erbîlê Yann Braem jî tevlî civînê bû, behsa aştiya li herêmê, parastina îstîqrarê, zahmetiyên ku tehdîda terorê diafirîne û mijarên hevpar kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin