Nûnergeha Herêma Kurdistanê ya li Fransayê, sersaxî da malbata Joyce Blauê
PeyamaKurd – Nûnergeha Herêma Kurdistanê ya li Fransayê, ji ber koça dawîn a zimanzan, nivîskara fransî, pispora ziman û edebiyata kurdî û yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, peyameke sersaxiyê li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Nûnergeha Herêma Kurdistanê ya li Fransayê, di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku Joyce Blau stûneke Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû û wiha hate gotin: “Em ji ber wefata hevalê xwe yê hêja Joyce Blau gelekî dilgiran in. Parêzvana dilpak a doza me, pispora ziman û wêjeya kurdî bû.
Em sersaxiyê ji malbata wê, ji hezkiriyên wê û ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê re dixwazin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin