'Pêgeha Herêma Kurdistanê ji aliyê jeopolîtîk ve ji bo Fransayê girîng e'
PeyamaKurd - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê Elî Dolemerî li ser serdana Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastian Lecourne ya bo Herêma Kurdistanê nirxandin kir û got, pêgeha Herêma Kurdistanê ji aliyê jeopolîtîk ve ji bo Fransayê girîng e û herwiha yekem serdana Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê ya di kabîneya Macron de ye.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî da xuyakirin, Hikûmeta Fransa ji bilî siyasî û leşkerî di gelek warên din de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û da zanîn, serdana Wezîrê Berevaniya Fransa bo Herêma Kurdistanê dirêjkirina piştevaniya dîrokî ya Fransa bo kurd û Herêma Kurdistanê ye ji sala 1991-2003, 2014 û heta niha dewam dike.
Dolemerî diyar kir: "Fransa her tim li herêmê rolek lîstiye û niha xwe ji nû ve birêxistin dike û dixwaze siyaseta xwe ya derve li Rojhilata Navîn ji nû ve binirxîne. Pêgeha Herêma Kurdistanê di warê jeopolîtîk de herêmeke geş û bibandor e li Rojhilata Navîn, lewma girîngiyeke zêdetir a Herêma Kurdistanê bo Fransayê heye.”
Elî Dolemerî diyar kir, Fransa rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de ji bîr nekiriye, ji ber wê jî ew piştrast e ku Herêma Kurdistanê bandoreke mezin li ser asayişa herêmê heye û di vê çarçoveyê de jî hewl dide pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nêzîktir bike.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Berevaniya Fransa Sebastien Lecourne dê piştî serdana xwe ya Bexdayê îşev derbasî Hewlêrê bibe û dest bi danûstandinên xwe yê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin