Fransayê, di têkosîna li dijî ISÎDê de alîkarî da Herêma Kurdistanê

16 February 2023 18:00 0 dîtin
Fransayê, di têkosîna li dijî ISÎDê de alîkarî da Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd- Fransaya ku yek ji welatên Ewropayê yê ku ji derketina IŞÎDê heta niha ziyana herî zêde dîtiye, di gelek waran de alîkariya Pêşmergeyan kir.

Ji ber van ziyanên ku dihatin jiyandin,  Fransayê bi gelek awayan alîkariya Herêma Kurdistanê kir ku têkoşîna li dijî terorîstên IŞÎDê, berdewam be.

Ji bilî pêwendiya germ û kûr a di navbera Parîs û Hewlêrê de ku ji aliyê erdnîgarî ve ji hev dûr in, di şerê li dijî terorê de wekî hevkarên cidî derdikevin pêş.

Di dema ku Pêşmerge ji roja yekem ve li ser erdê li dijî IŞÎDê şer dikir de Fransa bi lez û bez bi rola girîng û diyarker a Herêma Kurdistanê zanibû û piştgiriyeke bihêz a leşkerî û manewî da Herêma Kurdistanê.

Her wiha Hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê, par rê li ber gelek planên çekdarên IŞÎDê girtibûn û di pêvajoya şerê li dijî IŞÎDê de Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande û Serokomarê niha Emmanuel Macron, serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û piştevaniya xwe ragihandibûn.