Li Fransayê yasaya têkosîna dijî îslamîya radîkal kete pratîkê
PeyamaKurd - Yasaya “Têkoşîna Dijî Îslamiya Radîkal” ku li Fransayê hatibû derxistin kete pratîkê ku bi vê yasayê tê xwestin, li ser mizgeftên Fransayê bandora welatên wek Tirkiye û Erebistana Siûdiyê were sînordarkirin.
Li Fransayê piştî ku mamosteyekî dîrokê bi hinceta pêşandana karîkaturê Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed hatibû serjêkirin (piştî kuştina mamoste ew nûçe derew derketibû), yasaya dijî tundrewiya îslamî ketibû rojevê.
Yasaya navborî 25ê Tebaxa 2021ê di rojnameya fermî de hatiye belavkirin û ketiye warê cîbicîkirinê ku ew yasa rê dide ku komeleyên olî û îbadetxane yên banga nefret û tundutûjiyê dikin di zûtirîn demê de bên girtin.
Bi yasaya nû re tawanên bangawaziya nefretê ku li ser medya civakî bên kirin wê cezayê wan bê girankirin. Kesên derbarê jiyana kesekî ya taybet, malbat û karê wî de zanyariyan belav bikin û jiyana wî bixin metirsiyê wê bi cezayê 3 sal girtîgehê bêne cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin