Ciwanekî kurd bi hinceta ku li muzîka kurdî guhdar dikir hat kustin
PeyamaKurd – Li Enqereya paytexta Tirkiyê ciwanekî kurd bi navê Bariş Çakan bi hinceta ku li muzîka kurdî guhdar kiriye, ji aliyê nijadperestan ve bi derba kêran hat qetilkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Ciwanê Kurd ê bi navê Bariş Çakan (20 salî) li Etîmesguta Enqerê bi hinceta ku li parke li muzîka Kurdî guhdar kiriye rastî êrîşa 3 nijadperestên tirk hatiye û di wê êrîşê de canê xwe ji dest daye.
Malbata Bariş Çakanî diyar kir ku kurê wan bi derba kêran hatiye kuştin û sedema kuştina wî jî guhdarîkirina muzîka Kurdî bûye.
Hat zanîn ku ew ciwanê Kurd xelkê Panosa Agiriyê bûye û her sê êrîşkarên nijdaperest jî hatine desteserkirin.
Ev yek di demekê de ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dem bi dem Kurd rastî êrîşên nijadperest tên û remz û sembolên Kurd têne rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin