Li Antalyayê astengiya polîsan li ber muzîka Kurdî! Welatiyan bertek nîsan dan!

30 June 2023 10:26 0 dîtin
Li Antalyayê astengiya polîsan li ber muzîka Kurdî! Welatiyan bertek nîsan dan!

PeyamaKurd Koma ku li Taxa Muratpaşa li ser Rêya Girtî, bi Kurdî stran digotin ji aliyê polîs û hin esnafan ve hat astengkirin.

Polîsan diyar kirin, stranên bi Kurdî qedexe ye, welatiyan bertek nîşan dan û gotin, “Li vî welatî her cure muzîk bi destûr e.”

Koma ku li Taxa Muratpaşa ya Antalyayê li ser Rêya Girtî ya bi Kurdî stran digotin ji aliyê esnafan û polîsan ve li derdorê hat astengkirin.

Polîsan eşkere kirin, strana bi Kurdî qedexe ye û gilî heye, kom asteng kirin.

Di sînevîzyona Jinnewsê ya derbarê çalakiyê de welatiyên li wir gotin, “Li vî welatî destûra her cure muzîkê tê dayîn. Mûzîka kuçeyan jî dibe, muzîka Kurdî jî dibe, muzîka Tirkî jî dibe" bertek nîşan dan.

Di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne.

< >