Nêçîrvan Barzanî: Mamoste Bakurî dahêner û navekî diyar ê cîhana stran û muzîka Kurdî ye
PeyamaKurd – Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê xemgîniya xwe ji bo koça dawî ya wî hunermendê Kurdistanî Mamoste Bakurî nîşan da û ji malbata wî re sersaxî xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Mamoste Bakurî dahêner û navekî diyar ê cîhana stran û muzîka Kurdî ye û salên dûr û dirêj ji temenê xwe di xizmeta hunera resen a Kurdî de derbas kir. Wî bi damezrandina koma muzîkê ya Bawacî ya Koyê, bizaveke nû ya hunerî anî rojevê ku wê her tim bi berhemên xwe yên giranbiha di bîreweriya xelkê Kurdistanê de bimîne.”
Mamoste Bakurî navê wî yê temam Andriyus Îsraîl Xemo Yonan e û di 5ê Mijdara 1928an de li Qişlaq a navçeya Koyê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
Herwiha malbata wî xelkê parêzgeha Wanê ye û ji gundê Satîbeg a Wanê ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve koç kirine.
Hunermend Bakurî grûpa muzîkî ya bi navê Bawacî damezrandiye û zêdetir ji 50 stran tomar kirine.
Mamoste Bakurî şeva 2ê Mijdara 2022an di 94 saliya xwe de li mala xwe li bajarokê Enkawe ya Hewlêrê koça dawî kir û meytê wî, wê li goristana Enkawe were veşartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin