Nêçîrvan Barzanî: Mamoste, kilîl û bingeha serkeftina civakên pêsketî ne
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta salvegera 60emîn a damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, peyamek belav kir.Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand ku ew, piştgiriyê li maf û daxwazên mamosteyan dike.
Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta 60emîn a damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, peyamek belav kir û ragihand ku mîsyona mamosteyan, di civakên pêşketî de rola sereke dilîze. Barzanî got, nifşên nû û yê paşerojê, emanetê mamosteyan in; ji ber vê yekê jî mamoste kilîl û bingeha serkeftina civakên pêşketî ne.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi vî awayî ye;
“Ez, 60emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, li tevahiya mamosteyên Kurdistanê bi germahî pîroz dikim û ji bo wan serkeftinê dixwazim. Ez bi rêzdariyeke zêde, hurmetê li rola girîng û pîroz a mamosteyan digirim. Her wiha ez, xebat û têkoşîna wan a ji bo fêrkirin, perwerdehî û pêgihandina nifşên nû û nifşên paşeroja Kurdistanê, bilind dinirxînim.”
“Berpirsiyarî, berhevî û rola pêşeng a mamosteyan a ji bo perwerdehî û pêgihandina takekesî ya di rojên dijwar ên şoreş û di azadiya niha de jî cihê dilxweşî û rêzlêgirtinê ye. Di rewşên herî dijwar de jî mamosteyên dilsoz ên Kurdistanê, pêşiya hemû qeb û gefan girtine û di erka xwe ya pîroz a perwerdehî û fêrkirinê de berdewam bûne.”
“Nifşên nû û yên paşerojê, emanetê mamosteyan in. Ji ber vê yekê jî mamoste kilîl û bingeha serkeftina hemû civakên pêşkeftî ne û rola wan di pêşvebirina çanda hevqebûlkirin, lêborîn û pêkvejiyanê de heye. Mamosteyên Kurdistanê, hêjayî jiyan û jiyareke baştir in. Ez, hemû piştgiriyên ji bo maf, dawakarî û şayesteyên wan dupat dikim û bi rêz û hurmet li rol û xizmeta Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dinihêrim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin